'Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê zext li rêxistinên navneteweyî bê kirin'

Endamên saziyên sivîl ên Dêrazorê gotin, ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, divê zext li sazî û rêxistinên navneteweyî bê kirin.

'Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê zext li rêxistinên navneteweyî bê kirin'
22 mijdar 2023   02:38
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Serokê meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê-şaxê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em daxwaza azadiya wî dikin. Divê mafên wî yên azadiyê li gor qanûnên navneteweyî û mafên mirovan bên parastin."

El Elî piştgirî da pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: ′′Ji bo mafên Rêber Abdullah Ocalan li gor qanûnên navneteweyî werin mîsogerkirin, divê zext li hikumet û rêxistinên navneteweyî bê kirin."

Cîgirê hevserokatiya meclisa herêma rojhilatê Dêrazorê Selah El Selman got: "Em piştgiriya xwe ji pêngava cîhanê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan re radigihînin. Ji bo dawî li tecrîdê were divê zext li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bê kirin."

Hevseroka meclisa herêma rojhilatê Dêrazorê Sefiye El Hesen bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan helwesteke cidî bigirin.

(mh)

ANHA