ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2026
22 tîrmeh, 2026   02:00

Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê li heremê di warê futbol, voleybol, basketbol, karate û şaxên werzîşê yên cuda de pêşketinên berbiçav çêbûn û bi sedan ciwanên serkeftî li ser asta Sûriyeyê derketin pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Nivîskar û siyasetmedarê sûriyeyî Xesan Muflih got “Îran di şerê bi DYA`yê re ber bi windakirinê ve diçe, Sûriye bi leşkerî tev li vî şerî nabe û dibe ku sûdê ji encamên vî şerî wergire.”

Li Hesekê hîn jî ji ber nedayîna mazotê bi awayekî sîstematîk, jenerator tên rawestandin. Şênî û firoşkarên mazotê diyar dikin ku beşeke mazota jeneratoran tê firotin û ev dihêle ku bandor li saetên vêxistina wan bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Minhacan a girêdayî Rêveberiya Xweser çapkirina hemû materyalên hatine nûkirin bi dawî kir. Materyalên nûkirî wê di sala perwerde û fêrkirinê ya 2026-2027`an de li dibistanan werin belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Koçberên Serêkaniyê li bendê ne ku vegerin. Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku mayîna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Serêkaniyê li ber vegera koçberan asteng in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xebatên zîftkirina rêyên sereke li bajarê Amûdê didomin. Ji berku  para zîftê ya bi qedera 3 hezar û 500 metrekab têra rêyên ku zirardîtî nekir, Şaredariya Gel daxwaza pareke din dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di 24 û 25’ê Tîrmehê de sînemagerên Rojavayê Kurdistanê ji bo dahatûya xwe nîqaş bikin wê li Qamişloyê bicivin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Til Temirê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Xidir Hesen Simêla li Pakrewangeha bajêr oxir dikin. Saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).