ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2026
22 nîsan, 2026   02:00

Profesor Medhet Hemad diyar kir ku misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan û afirandina şert û mercan ji bo beşdarbûna wî ya siyasî, dê firsetên serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê zêde bike.

Rojnamevanên bajarê Kobanê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî got "Em ê her tim şopdarên rêya hevalên xwe yên şehîd bin û israra me xeta heqîqet û rastiyê be.” BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar Lema El Etasî got nabe cudahiyê bixin navbera jin û mêran û destûrê nedin ku YPJ entegreyî artêşa Sûriyeyê nebe. BI WÊNE Û DÎMEN

Hunermend Eyûb Elî diyar kir ku yekitiya gelê Kurd ji bo nîşandana hêz û îradeya gelê Kurd li cîhanê gelekî girîng û pêwîst e û got “Hêviya min ew e ku Kurdan yek deng, yek reng, di bin yek alê de bibînim.” BI WÊNE Û DÎMEN

Ciwanên Girkê Legê bi însiyatîfa xwe qaîdeyek danî û li ser nivîsand “Girkê Legê ♡ min e”. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo nûnerên herêmê Cizîrê ji parlamentoya Sûriyeyê re werin hilbijartin, komîte hatine avakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnamevanan diyar kir ku di rojnamegeriya kurdî de kesên ku wergerê dikin ji kesên ku bi zimanê kurdî dinîvisinin zêdetir in û got divê pîşeya wergerê bi pisporî bê meşandin û wergêr baş werin perwedekirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Tirbespiyê cenazeyê şehîd Xebat Efrîn û Gabara Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Hesekê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê ji Çerxerêya Kevokê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Çapemeniya Kurdî di navber rastî û astengiyan de" YRJˊê li bajarê Kobanê panelekê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî li Zanîngeha Kobanê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 128 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî YRJˊê şahiya belavkirina Xelatên Şehîd Mazlûm Bakok li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Civaka Kurd bi hevkariya Komeleya Yekpar der barê rewşa rojnamegeriya Kurdî de li navenda komeleyê ya Qamişloyê panelekê organîze dike, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê bi diruşma "Rewşa digel peymana 29ˊê Çileyê de; pêwîstî û pêdivî" li Mala Êzidî ya Tirbespiyê panelekê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

HRRK-Qamişlo û Yekitiya Rewşenbîrên Girkê Legê panelek û şevbuhêrkekê li ser rewşa Rojnamegeriya Kurdî li Rojava li navendên xwe yên Qamişlo û Girkê Legê organîze dike, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN