Li gundekî Humsê 10 ciwan hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi tawana sûcên kuştinê 10 ciwan ji gundekî rojavayê Humsê girtin.

Li gundekî Humsê 10 ciwan hatin girtin
21 nîsan, 2026   23:40
HUMS

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê daxuyand ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi ser gundê El Amiriyê yê rojavayê Humsê de girt, 10 ciwanên gund girtin.

Li ser agahiyên ku kesê bi navê Casim El Misrî agahî dane hêzên ewlehiyê bi ser gundê de girt û bi tawana sûcên qetilkirinê ciwan girtin.

Desthilatên xwecihî heta vê kêliyê tu agahiyên der barê mijarê yan jî rewşa yasayî ya girtiyan de nedane.

Ligel tevliheviya ewlehî û civakî li rojavayê Humsê girtinên wiha li gel civakê metirsiyan çêdikin.

(fr)

ANHA