Washingtonê serdana nûnerê xwe ji bo Pakistanê taloq kir

Raporên Amerîkî bi bîr xist ku serdana Cîgirê Serok J.D. Vance bo Pakistanê ji bo beşdarbûna di hevdîtinên ligel Îranê de ji ber nebersivdayîna Îranê ji pêşniyarên Washingtonê re hatiye taloqkirin.

Washingtonê serdana nûnerê xwe ji bo Pakistanê taloq kir
21 nîsan, 2026   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporek Rojnameya New York Timesê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Amerîkî, serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance bo Pakistanê ji bo beşdarbûna di gera duyemîn a hevdîtinên bi Îranê re piştî ku Tehran bersiv nedaye pêşniyarên Amerîkî, hatiye taloqkirin.

Li gorî rojnameyê, rayedar diyar kir ku serdan dikare di her kêliyê de ji nû ve dest pê bike, ji ber ku têkiliyên dîplomatîk berdewam dikin.

Rayedarekî Koşka Spî diyar kiribû ku Vance hîn ji Washingtonê derneketiye û niha beşdarî civînên siyasetê dibe. Raporan da zanîn ku Jared Kushner û nûner Steve Witkopf li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne.

Di aliyê Tehranê de jî, berdevkê Wezareta Derve Îsmaî Beqaî destnîşan kir ku welatê wî hîn biryarek der barê jinûve destpêkirina hevdîtinan de nedaye û Washington bi şandina "peyamên nakok" û girtina kiryarên "neqebûlkirî" tawanbar kir.

(fr)