ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-03-2024
22 adar, 2024   02:00

Hevserokê YRAˊyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku revandina rojnamevan û endamê yekitiyê Silêman Ehemd ji aliyê PDK'ê ve binpêkirina peymana di navbera Yekitiya Ragihandina Azad û Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevan Jînda Asmîn ku li Şengalê bi Şehîd Nûjiyan Erhan re kar meşand û rojnamevan Hêvîdar Şengalî ku piştî şehadeta wê dest bi karê ragihandina jinê kiriye, di salvegera 7’an a şehadeta Nûjiyan de, behsa têkoşîn û bandora wê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li qada Iraqê geşedanên siyasî di gelek aliyan de hene. Ew jî ji ber valahiya serokatiyê ye ku serokekî nû yê parlamentoyê piştî Mihemed El Helbûsî nehat hilbijartin. Her wiha bi sedemên din wekî yên girêdayî encamên hilbijartinên meclisên parêzgehan ên di 18’ê Kanûna 2023’yan de, nakokiyên di navbera hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û ya navendî de, krîza mûçeyên karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê, dosyaya derxistina petrola herêmê bi rêya hikumeta navendî û biryara betalkirina sîstema nûnertiya ol û neteweyan; xiristiyan, êzidî û Tirkmen. (BI WÊNE)

Li Kobanê li qada Girê Miştenûrê şahiya Newrozê tê lidarxistin, saet 10:00ˊan, li Helebê li qada Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê şahiya Newrozê tê lidarxistin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA