YRA: Revandina Silêman Ehemd binpêkirin e

Hevserokê YRAˊyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku revandina rojnamevan û endamê yekitiyê Silêman Ehemd ji aliyê PDK'ê ve binpêkirina peymana di navbera Yekitiya Ragihandina Azad û Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê de ye.

YRA: Revandina Silêman Ehemd binpêkirin e
22 adar, 2024   04:17
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Ji 5 mehan ve Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnews'ê di dema serdana wî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  de revandiye û heta niha tevî hemû bang û daxwazan tu agahî der barê aqûbeta wî de nedane.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cezîrî destnîşan kir ku yekitiyê ji roja yekemîn piştî revandina Silêman Ehmed ve ji bo ku rewşa wî nas bikin bi gelek saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê re têkilî kirine, ji wan navenda Metro û Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê.

Cezîrî wiha domand: "Tevî ku di navbera yekitiya me û Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê de peyman heye ku tê de çûn û hatina her du aliyan bi serbestî hatiye erêkirin, lê dîsa jî hêzên PDK'ê ev peyman bin pê kir tevî ku belgeyên bi wî re piştrast dikin ku ew vedigere karê xwe."

Cizîrî diyar kir ku Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê soz da wan ku rewşa Silêman Ehmed bişopînin û parêzerekî li gor wê peymanê erkdar bikin û got: "Lê belê heta niha me tu agahî negirtine."

Cezîrî bang li Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê û tevahî saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku ji bo berdana Silêman Ehmed zextê li PDK'ê bikin û got: "Revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne ji bo hedefgirtina kesayeta wî ye, lê belê ji bo razîkirina dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina pênûsa azad a 4 parçeyên Kurdistanê ye."

Her wiha, berê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li PDK'ê kir ku rojnamevan Silêman Ehmed ê ku dema di deriyê sînor ê Pêşxabûr re derbasî Başûrê Kurdistanê dibû hatiye revandin, berdin.

(mh)

ANHA