ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-02-2024
22 sibat, 2024   02:00

Malbata welatiyê bi navê Mihemed Bircus girêdana xwe bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re xurt kir û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tev li tevgera rizgariya Kurdistanê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Biratî ya Kurdistanê Ednan Kîlo hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê red kir û got divê gelê Kurd li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê serî hildin ji ber ku bi vê siyasetê dixwazin tevlihevî û parçebûnê di nava kurdan de derxin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya pirzimanî heye ku mafê her pêkhateyekê ye bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, lê hê jî hikumeta Şamê li hember vê yekê astengiyan derdixe û qebûl nake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêvebera Navenda Ragihandina Serhildanê ya Siwêdayê da zanîn ku xwepêşandanên gelêrî li Siwêdayê bi heman îsrar û îradeyê didomin. Her wiha diyar kir ku amadekarî ji bo avakirina bedeneke siyasî ya yekbûyî ber bi damezirandina rêveberiyeke civakî ve, tê kirin.

Xuyaye ku şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê di demeke nêz de bi dawî nabe nemaze ku axaftin li ser operasyoneke leşkerî ya nû ji aliyê Til Evîvê li dijî Refehê, amadekariya artêşa Misirê ji bo ku sînoran biparêze û texîmên avakirina kampan ji filistiniyan re li Sînayê hene. Gelo wê çi rû bide? Senaryoyên pêşbînkirî ji bo rojên bê çi ne?

Bi boneya derbasbûna 9 salan di ser êrişa çeteyên DAIŞˊê li dijî navçeya Til Temir û gundewarên Xabûr ên Asûrî re xelkê navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê karwana şehîdan li Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûrî li Xabûrê bi bîr tîne, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemleya komkirina îmzeyan ku Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkrin û banga azadiya wî ya fîzîkî li piranî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA