Suryanan rewşa zimanê xwe nîqaş kir
Suryanan rewşa zimanê xwe li herêmê û zehmetiyên li pêşiya wî di paneleke diyalogê de li Qamişlo nîqaş kirin. Her wiha Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de mafên çandî yên Suryanan û pêkhateyên din hatine parastin, nîqaş kir.
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê , Navenda Lêkolînan a Suryanî û saziya Olf Tau ya zimanê Suryanî paneleke diyalogê bi navê "Zimanê Suryanî nasnameya min e" li dar xist. Di panelê de rewşa zimanê Suryanî û zehmetiyên li pêşiya wî hatin nîqaşkirin. Panel li hola dêra Suryan a Katolîk li dar ket.
Di panelê de şêniyên pêkhateya Suryan, nûnerên partiyên siyasî, desteyên çandî û perwerdehî û desteyên jinan beşdar bûn. Panel ji aliyê endamê navendê Kîno Gebraîl, cîgirê serokê rêxistina Aşûrî Beşîr Seidî û endamê navenda Bêt Kano Corc Efram ve hat dayîn.
Di serî de Kîno rastiya zimanê Suryanî nîqaş kir. Kîno destnîşan kir ku rêjeya Suryanên ku bi zimanê Suryanî naaxivin gihîştiye ji sedî 60-80 û got: "Gelek sedem ji bo vê yekê hene. Wek komkujiyên Osmaniyan li dijî Suryanan, fermîkirina zimanê Erebî li dêran, tunebûna îtîrafeke fermî ji aliyê desthilatên Sûriyeyê û koçberkirina Suryanan."
Her wiha dîmenên ku ji aliyê komîteya çandî ya Suryanî ya li derve ve hatine şandin, hatin pêşandan. Ew jî li ser rewşa ziman bûn.
Seidî destnîşan kir ku zimanê Suryanî di vê demê de ber bi windabûnê ve diçe û got: "Destûrên ku Sûriye hukim kirine ne pirreng bûn û hebûna Suryanan û neteweyên din wek Kurd, Turkmen û Çerkezan înkar dikirin."
Piştre, Corc Efram li ser rola saziyên sivîl û civakî di parastina ziman û pêşxistina wî de axivî û got: "Pêwîst e her kes li gor derfetên xwe ji bo vê armancê kar bikin."
Efram diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafên çandî yên Suryanan û hemû pêkhateyên din diparêze û got: "Ew jî hêviya me ye ku Sûriyeyeke pirreng û demokratîk ku îtîraf bi mafên neteweyan dike, ava bibe."
Efram ji bo pêşxistina îradeya siyasî ya bidestxistina mafên Suryanan li gor pîvanên navneteweyî hin pêşniyarî dan, ew jî ev in:
Yekkirina rewşên dêran bi zimanê Suryanî û bidawîkirina fermîkirina Erebî.
Teşwîqkirina însiyatîfên çandî û çapemenî ji bo parastin û belavkirina zimanê Suryanî.
Bidawîkirina dagirkeriya çandî û zimanî bi rêya avakirina saziyeke taybet bi zimanê Suryanî.
Hişyarkirina gel û perwerdekirina wî li ser girîngiya zimanê Suryanî û pêşxistina rola jinên Suryanî.
Di dawiya panelê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Melekî diyar kir ku rewşa zimanê Suryanî di navbera hebûn û tunebûnê de ye. Ji ber wê jî pêwîst e plansaziyek li hember vê bê dayîn, di serî de karê siyasî ji bo tesbîtkirina mafên Suryanan li Sûriyeyê.
(mh)