Li Siwêdayê amadekariya damezirandina rêveberiyeke civakî tê kirin

Rêvebera Navenda Ragihandina Serhildanê ya Siwêdayê da zanîn ku xwepêşandanên gelêrî li Siwêdayê bi heman îsrar û îradeyê didomin. Her wiha diyar kir ku amadekarî ji bo avakirina bedeneke siyasî ya yekbûyî ber bi damezirandina rêveberiyeke civakî ve, tê kirin.

Li Siwêdayê amadekariya damezirandina rêveberiyeke civakî tê kirin
22 sibat, 2024   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN 
YEHYA EL HEBÎB

Xwepêşandanên gelêrî li Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê ji gelek mehan ve li dijî siyasetên hikumeta Şamê û binketina wê di çareserkirina krîzên li Sûriyeyê de didomin.

Tevî van xwepêşandanan, dîsa jî hikumeta Şamê daxwazên xwepêşandêran paşguh dike û siyasetên xwe yên aborî û ewlehî didomîne. Nexasim ku li vê dawiyê nirxê sotemenî û xwarinê careke din hate zêdekirin.

Şêniyên Siwêdayê her wiha daxwaza  pêkanîna guhertina siyasî û nenavendiyê û berdana girtiyan dikin.

ˊÎSRAR Û ÎRADEYEKE XURTˊ

Çalakvana ji Siwêdayê û rêvebera Navenda Ragihandinê ya Serhildana Siwêdayê Erîc Neîm ji ajansa me re behsa xwepêşandanên Siwêdayê yên ji 190 rojan ve didomin, kir û got: "Xwepêşandan bi heman îsrar û îradeya pêkanîna armanc û daxwazên gel didomin. Lê belê dîsa jî hikumeta Şamê tu bersiv nedane."

ˊHIKUMETA ŞAMÊ NIKARE ÇARESERIYAN PÊŞKÊŞ BIKEˊ

Erîc Neîm destnîşan kir ku li hember xwepêşandanan bersiva hikumeta Şamê wiha bû ku nirx buha kirin û di navbera şêniyên Siwêdayê de bi rêya komên girêdayî xwe fîtne peyda kirin û got: "Şênî dev ji daxwazên xwe yên pêkanîna guhertina siyasî, berdana girtiyan û zelalkirina rewşa revandiyan bernadin. Herêma başûrê Sûriyeyê bûye herêma derbasbûna qaçaxçiyên hişbir û kaptagonê. Di encama wê de jî herêm gelek caran hat topbarankirin û di encama topbarana herî dawî de komkujiya Erman a ku tê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, rû da."

Erîc Neîm da zanîn ku hikumeta Şamê piştî 13 salan ji şer hikumet nikare çareseriyan peyda bike, di encamê de jî belengazî zêde bû, av û kehrebe kêm bû û rewşa jiyanî xerabtir bû û got: "Hêrs û xemgînî li nav tevahî gelê Sûriyeyê belav bûne. Ew ji hikumetê bê hêvî ne. Ji ber wê jî sazî tev li xwepêşandanan bûn û şepêlên siyasî ava kirin."

ˊBEDENEKE SIYASÎ YA YEKBÛYÎ Û RÊVEBERIYEKE CIVAKÎˊ

Di dawiya axaftina xwe de Erîc Neîm got: "Hîn jî serhildan rêyên nû yên xebata siyasî, şoreşgerî, sivîl û aştiyane encam didin. Her wiha Siwêda ji bo avakirina bedeneke siyasî ya yekbûyî bi rêveberiya seroketiya ruhî amadekariyê dike. Di wê bedena siyasî de hemû nêrîn û pêkhate hatine yekkirin û erkê wê ew e ku bal bikişîne ser gendeliya saziyên dewletê wek saziyên avê û perwerdeyê."

(mh)

ANHA