ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 - 8 – 2024
Endamê Rêveberiya Komîteya Avakar a Meclisa Ol û Baweriyan got PDK li dû bûyera derketina civaka êzidî ji kampên li Başûrê Kurdistanê ye û diyar kir ku “PDK berê civaka êzidî dide fermana 75’an”.
Prof. Anuradha Chenoy diyar kir ku pirsgirêk û daxwazên jinan gerdûnî ne û got dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' peyameke girîng û gerdûnî ye.”
Şêniyên gundên Aliyan hîna behsa çîrokên bav û kalên xwe yên li ser hovîtiya artêşa Tirk a ku piştî Serhildana Şêx Seîd gundên wan şewitandin, komkujiya li gundê Elqemşê yê Bakurê Kurdistanê kiriye û gundê Dêrna Axî û Kendkî Şelal şewitandin, dikin.
Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa diyar kir ku li her derê têkoşîna jinan hevbeş e û got "Em heman êşê dikişînin. Wê demê mafê me jî yek e. Heya jinek rûbirûyî tundiyê be, em dev ji mafê xwe bernadin."
Bi dewama rageşiya li eniya başûrê Lubnanê û zêdebûna êrişên di navbera Hizbullah Û Îsraîlê de, ji aliyên siyasî û navneteweyî ve axaftina li ser banga pêkanîna biryara navneteweyî ya 1701ˊan zêde bû. Gelo rêbaz hene metirsiya şer ji hola rabe?
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê şahiya îmzekirina pirtûka ˊŞoreşgerên Cizîrêˊ li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi diruşma ˊPênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Sûriyê di pergala neteweya demokratîk deˊ li hola Zana ya Qamişlo komxebatek tê lidarxistin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)