‘PDK berê civaka êzidî dide fermana 75`an’

Endamê Rêveberiya Komîteya Avakar a Meclisa Ol û Baweriyan got PDK li dû bûyera derketina civaka êzidî ji kampên li Başûrê Kurdistanê ye û diyar kir ku “PDK berê civaka êzidî dide fermana 75’an”.

‘PDK berê civaka êzidî dide fermana 75`an’
21 tebax 2024   02:25
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Endamê Rêveberiya Komîteya Avakar a Meclisa Ol û Baweriyan Hesen Mihemed provokasyonên PDK’ê yên li dijî  êzidiyên li Başûrê Kurdistanê ji ANHA’yê re nirxandin.

Hesen Mihemed da zanîn ku provokasyonên ku li Başûrê Kurdistanê ku bûn sedema reva êzidiyan ji kampan, fermanên li dijî êzidiyan tînin bîra mirov. Mihemed gefxwarina li civaka êzidî û derxistina fitneyan wek armancên van provokasyonan nîşan da û got: "Çawa beriya çend salan DAIŞ bûbû sedema koçberikirina êzidiyan, niha jî heman tişt tê kirin.”

Hesen Mihemed destnîşan kir ku PDK li pey provokasyon û hewldanên derxistina fitneyan e û wiha pê de çû: “Ji ber berjewendiyên siyasî ev pirsgirêk hatiye derxistin, lê li dû vê bûyerê PDK ye, armanc jê ew e ku berê vê civakê bidin fermana 75`an. Em dibînin ku ev berdewama plana PDK`ê û hikumeta Iraqe ya li dijî Şengalê ye.”

`DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ YEKITIYA XWE XURT BIKE`

Hesen Mihemed diyar kir ku bi taybet civaka êzidî li hemberî planên ku li dijî wê têne kirin û wan ber bi fermanên nû ve dibin, yekitiya xwe ya leşkerî, çandî û civakî ava bikin, piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û wiha dom kir: “Li hemberî wan aliyên ku ji olan fêm nekirine û li gorî berjewndiyên xwe berê wan olan didin tundrawiyê; îro roj roja hevkarî û hevgirtina hemû ol û baweriyan e.”

(bb)

ANHA