ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-7-2025
21 tîrmeh, 2025   02:00

Di 13 salên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, ol, bawerî, netew û çandên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya 3 hezar û 950 komînan û 188 meclisên bajar û bajarokan civakek komînal ava kir, îradeya azad û wekhev derxist holê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera li Efrînê ya bêdagirkirî ye û jiyana di bin siya darên zeytûnan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya biryara ji nû ve sererastkirina komîn û meclîsan de piştî civînên agahdarkirinê yên li bajar û bajarokan niha jî qonaxa duyemîn dest pê dike. Di vê qonaxê de wê li hemû herêman konferans werin çêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pirsgirêka avê li bajarê Qamişloyê bi awayekî beşî hatiye çareserkirin, lê hîna jî li gelek taxan av bi rêk û pêk nayê berdan. Şaredarî hewlên çareserkirina vê pirsgirêk didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hunergeha Welat dê bi klîpekê destana "Derwêşê Evdî" zindî bike, ku ev dastan di folkkora Kurdî de yek ji çîrokên lehengiyê yên herî navdar e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Siwêdayê nakokiyên di navbera lêvegerên olî yên civaka Durzî de zêde bûne, desthiladariya rûhanî li Swêdayê, di navbera sê şêxan û du desteyan hatiye dabeşkirin. Ev yek parçebûnek helwesta siyasî û civakî ya Durzyên li Sûriyeyê nîşan dide(BI WÊNE Û DÎMEN).

Wê li avahiya akademiya tenduristiyê ya li rojavayê bajarê Tebqayê, avakirina Meclisa Tenduristiyê bê ragihandin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxayê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed El Hemdûn li gundê Erûr El Seîde yê bajarê Girkê Legê dixwazin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)