ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21- 5 – 2025
21 gulan, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku piştî banga Rêber Abdullah Ocalan PKK’ê bersiv da û kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û bi vê yekê gaveke dîrokî ber bi çareseriya aştiyane ve avêt. Şêniyan got divê dewleta Tirk demildest guhertinên destûrî û siyasî pêk bîne.

Di demekê de bangên pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê bilind dibin, tevgerên jinên ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi baldarî gavên desthilata Şamê yên tevlêkirin û temsîlkirina jinan di avakirina Sûriyeya nû de, dişopînin.

Li Lîbyayê ev çend roj e li paytext Trablusê pevçûnên tund di navbera aliyên şer de ji nû ve rû didin. Pevçûnan êvara 13`ê Gulanê dest pê kir, li çend taxan belav bûn û veguherîn xwepêşandanên daxwaza rûxandina hikumeta Debîba. Aliyên navneteweyî jî banga agirbesê kir.

Cotkarên Reqayê xwest buhayê kirîna genim were zêdekirin, di heman demê de komîteyên Desteya Çandinî û Sewalvaniyê yên Kantona Reqayê pêşbîn dikin ku genimê avdayî îsal baş be.

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Raid Cuma El Elî li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Gugirê defin dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya hewlên mirovî yên hevpar de Desteya Kar û Barên Civakî li kantona Cizîrê bi hevkariya Beşa Kar û Barên Sivîl ên Koalîsyona Navneteweyî re alîkaran li koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Seken Şebabî ya bajarê Hesekê belav dikin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şîrketa Arcell a Peywendiyan, di civîneke çapemeniyê ya li Xwaringeha Burc de destpêkirina taybetmendiyeke radigihîne, ku wê ev yek di cîhana peywendiya dengî de bi rêya tora internetê, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke nimûneyî pêk bîne, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji rûspiyên eşîrên Ereb ên li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê li ser pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li Nivîsgeha Sendîkaya Karkeran a Rimêlanê civînekê li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN