Lavrov: Komên radîkal li Sûriyeyê qirkirina etnîkî pêk tînin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê komên radîkal bi pêkanîna komkujiyên etnîkî li Sûriyê pêktinin , ev jî fikara Rûsyayê ya li hember gurbûna krîza rewşa meydanî nîşan dide.

 Lavrov: Komên radîkal li Sûriyeyê qirkirina etnîkî pêk tînin
20 gulan, 2025   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro diyar kir ku Moskov, li hember qirkirina etnîkî ya "komên radîkal" li Sûriyeyê gelekî bi fikar e.

Ev şîrove di demekê de tê ku çavkaniyên Sûriyeyî û dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê bi bîr xist ku du baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê hatin hedefgirtin.

Li gorî naveroka daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê  li ser malpera hatiye belavkirin, Lavrov dibêje "Komên radîkal li Sûriyeyê qirkirina etnîkî, qetilamên li ser bingeha hemwelatîbûnê û olî pêk tînin."

Heta niha du baregehên leşkerî yên Rûsya li Sûriyeyê hene. Moskov piştgirê sereke yê hikûmeta Baas’ê bû, û niha jî Beşar Esed li Rûsyayê ye.

Di Adara derbasbûyî de bi sedan kes ji mezheba Elewî li perava Sûriyeyê ya bakurê rojavayê Sûriyê bi taybet deverên ku xelkên wê nêzî serokê Sûriyê yê berê Beşar El Esed bûn hatin qetilkirin.

Kanala Military Informer ku girêdayî Moskovê ye li ser Telegram dîmenên pevçûnan di navbera hêzên Rûsyayê û çekdarên Sûriyeyî li baregehê de parve kirin.

Çavkaniyên Sûriyê ragihand ku heta niha jî sedema êrişa li ser baregeha Himêmîmê ne diyar e.

(aq/fr)