ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 - 4 – 2025
21 nîsan, 2025   02:00

Şêniyan got, ji bo aştiyeke mayînde pêk were divê desthilata Tirk gavên cidî biavêje. Şêniyan anîn ziman ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin. BI WÊNE Û DÎMEN

Zozan Xelîl diyar kir ku tîmên karmendan dema ku diçin ji bo ku stasyona Şêxlera Jorîn temîr bikin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên gulebarankirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdurehîm Hesen Enter diyar kir ku di dema operasyonên ewlehiyê de şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hewl didin delîlên tevgerên xwe veşêrin. Enter ji bo ewlehiya herêmê banga tevgeriyê li şêniyan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Ciwanan a MSD’ê û Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk, bi navê "Qirkirinên civakî di nava borî û niha de", li hola MSD’ê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê paneleke diyalogê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantonên Reqa û Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berê xwe dide Bendava Tişrînê, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê li ser rewşa jinan a Sûriyeyê digel pêşdeçûnên Sûriyeyê yên lez û siberoja wê, li bajarê Qamişloyê paneleke diyalogê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN