Şandeya Rêveberiya Xweser bi parêzgerê Helebê re dosyaya koçberên Efrînê nîqaş kir
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parêzgerê Helebê re civiya, dosyaya koçberên Efrînê û rêveçûna pêkanîna xalên peymana der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatiye îmzekirin de, nîqaş kir.

Di çarçoveyê xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo xurtkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê û pêkanîna xalên peymana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê ya 10'ê Adara borî de, şandeya Rêveberiya Xweser bi parêzgerê parêzgeha Helebê re civiya.
Şandeya Rêveberiya Xweser ji şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, hevseroketiya Meclisa Gitşî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman û Nûrî Şêxo, nûnerên hêzên ewlekariyê, têkiliyên dîplomasî û koordînasyona jinan pêk hat.
Şandeya Rêveberiya Xweser li avahiya parêzgeha Helebê ji aliyê parêzger Ezam Xerîb, cîgirê wî Elî Henora, serokê Meclisa bajarê Helebê Mihemed Elî El Ezîz û berpirsê herêma Efrînê yê desthilata Şamê Mesûd Betal ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de Çiya Kurd li ser zehmetiyên li pêşiya vegera koçberên Efrînê ku hejmara wan nêzî 250 hezar hemwelatî ye, axivî. Çiya Kurd diyar kir ku ew zehmetî ji ber hebûna hin komên çekdar ên ku bi temamî neketine bin siya wezareta berevaniyê ya Sûriyeyê ne, nexasim ku ew heta niha li dijî sivîlan binpêkirinan pêk tînin.
Çiya Kurd anî ziman ku pêwîstî bi danîna bernameyekê heye ku êşên bi hezaran koçberên li tevahî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin, vegera ewle û rûmet pêk were ku hikumeta heyî û civata navneteweyî garantiyên parastina xelkê Efrînê ji xeterî û gefên li dijî aştiya wan, bidin.
Li aliyekî din jî parêzgerê bajarê Helebê Ezam El Xerîb got ew li gorî talîmatên Ehmed El Şeri bi awayekî leztir li ser çareserkirina dosyaya koçberên bajarê Efrînê dixebitin.
El Xerîb diyar kir ku ew niha ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyên li pêş vegera dilxwazî û rûmet a xelkê Efrînê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di nav xebat û hevkariyê de ne.
Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman got divê bermahiyên fikrên Partiya Baas’ê ya hilweşiyayî werin rakirin û vebijêreka rêvebirina her herêmekê ji xelkê wê re bê hiştin.
Her wiha her du aliyan li ser avakirina komîteyekê ji bo koçberên Efrînê ku xebatê li ser birêxistinkirina dosyaya vegera dilxwazî, pêşkêşkirina lêkolînan û amarên guncaw ji bo raya giştî, li hev kirin. Da ku ew di biryardayînên ji bo siberoja xelkê bajêr de bibin piştgirî.
Girêdayî heman mijarê, her du aliyan li hev kir ku pansaziyek li gorî xalên li ser hatine nîqaşkirin wer danîn, rêzecivînên pêş werin lidarxistin ku çarçove û mekanîzmeyên xebatê werin zelalkirin û çareserkirina dosyaya koçberan di nêzîktirîn dem de pêk were.
Têkildarî dosyaya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî, di nîqaşan de bal li ser temamkirina xalên peymanê bi lez û bez hat kişandin, her wiha hat gotin pêwîst e şaredariya bajarê Helebê bi Şaredariya Gel a her du taxan re di aliyê xizmetguzariyê pêdiviyên şêniyan dabîn bike û pirsgirêkên rejîma Baas’ê derxistine; ji paşguhkriin û cudakirinê heta bi ferzkirina dorpêçê ve, werin çareserkirin.
Civîn bi teqezkirina her du aliyan li ser pêwîstiya xurtkirina bingehên diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê û garantiya beşdariya hemûyan di sazkirina siberoja Sûriyeya nû de, bi dawî bû.
(mh/fr)
ANHA