ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 – 11 – 2024
21 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna wan berdewam e û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza wan a sereke ye.

Nivîskar û wêjevanên Sûriyeyê yên ku di Festîvala 2’yemîn a Wêjeyê de beşdar bûne, kêfxweşiya xwe bi sardana bajarê Reqayê anîn ziman û festival bi daweteke çandî wesif kir.

Jinên ji Minbic, Dêrazorê, Reqa û Tebqayê ku ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar bûn, li dijî her cure tundî û pirsgirêkên civakî di nava Kombûna Jinan a Zenûbiya de têkoşîneke birêxistinbûyî dimeşînin.

Hevjînên şehîdan ên ji kantona Cizîrê diyar kir ku divê PDK dev ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re berde û got ew piştgiriya gerîla dikin.

Jinên ji bajarê Eyn Îsayê kiryarên kuştina jinan şermezar kirin û bang li jinan kir ku ji bo rê li ber vê diyardeyê bê girtin, hişmendiya civakê bi pêş bixin.

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Kantona Reqayê 11 hezar ton tovê genim li cotkaran belav kir û xebatên belavkirinê hîna didomîne. Her wiha ji bo ku tovên baş bi dest bixe, 400 peyman bi cotkaran re îmze kirin.

Ji roja destpêkirina weşanê heta roja îro ve, Ronahî TV hewl dide xwe bigihîne armancên xwe yên avakirina civakeke polîtîka-exalqî ya xwe dispêre azadiya jinê, parastina jîngehê û biratiya gelan.

Xelkê kantona Firatê ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Kobanê meşekê li dar dixe. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya Reqayê bi boneya 25ˋê Mijdarê, li hola civînan a Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê panelekê li dar dixe. (10:00) Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Helebê di heman çarçoveyê de li taxa Eşrefiyê daxuyaniyekê dide. (11:00) Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê "Şanoya kolanê" pêşkêş dike. (16:00). Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi hevkariya Partiya Avaker û Pêşxistinê ya Sûrî li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi diruşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" li hola partiyê, semînerekê dide. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Qamişlo ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji pêş dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş meşekê li dar dixe. (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçer ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji Qada Şehîd Xebat meşekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN