ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-7-2025
20 tîrmeh, 2025   02:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê di çarçoveya bernameya perwerdeya bîrdozî ya bi armanca sepandina têgehên neteweya demokratîk, edalet, azadî û jiyana hevbeş de, şêwira xwendina pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêber Abdullah Ocalan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di destûrên Sûriyeyê de ji jinan re cih nehate dayîn. Bi serketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re jinan têkoşîna xwe domand û pêşengî kir. Bi sîstema Rêveberiya Xweser re jinan mafên xwe bi dest xistin û birêxistinbûyîna xwe veguherand sazîbûnê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Omer Omer ku di rêya azadiyê de birayek û 2 zarokên wî şehîd bûne, got “Me zêdetirî 10 hezar şehîd di rêya avakirina civakeke azad û adilane de dane. Em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meryema biçûk, mîna bi hezaran zarokên ji bajarê Hesekê galoneke avê ya ji xwe mezintir li kolanên ziwa hildigire. Ya Meryemê tenê çîrokek e, lê wekî wê bi hezaran zarok li şûna xewnên xwe radihijin galonên avê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên qîrkirina rêyên sereke didomîne. Hevseroka yekitiyê ji ajansa me re diyar kir ku lêçûna projeyên qîrkirinê yên di 2025'an de 25 mîlyon û 555 hezar û 955 dolar derbas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di rojnameyên Erebî de bûyerên li Siwêdayê wekî êrişa berfireh û tam a ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên wê yên cîhadî ve ya li dijî pêkhateyên Siwêdayê pênase kirin. Rojnameyan diyar kir ku gefa terorê li seranserî cîhanê mezintir dibe. Hemwextî wê jî Îran û Îsraîlê hewl didin hêz û hegemoniya xwe ya herêmê mezin bikin. (BI WÊNE)

Rêxistina Hevkariya Mirovî û Geşepêdanê bi tevkariya Wezareta Karên Derve ya Siwîsrayê ji bo xurtkirina pêvajoya edaleta veguhêz û lihevhatina civakî li Sûriyeyê, Kongraya “Danûstandina bi par re ber bi mekanîzmeyek sûriyeyî ji bo avakirina aştiyê” li Hesekê li dar dixe, saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê şaxê bajarê Til Birakê têkildarî sûcên li Siwêdayê rû didin, li pêşiya avahiya xwe ya li bajêr daxuyaniyekê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYD`ê şaxê Amûdê têkildarî sûcên li dijî şêniyên Siwêdayê daxuyaniyekê li qada Jina Azad a bajêr dide saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)