Barrack bi Mezlûm Ebdî re civiya

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyeyê li ser malpera xwe parve kir ku nûnerê Amerîka îro bi Mezlûm Ebdî re civiye. Di malperê de hate diyarkirin ku di civînê de rewşa heyî li Sûriyeyê, pêwîstiya avêtina gavan ji bo vegerandina ewlehiyê, hatiye gotubêjkirin.

Barrack bi Mezlûm Ebdî re civiya
19 tîrmeh, 2025   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneyê li ser malpera ya fermi ya Facebookê ev agahî parve kirin: “Nûnerê Amerîka yê taybet ji bo Sûriyeyê Thomas J. Barrack bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebîd re civiya û rewşa heyî li Sûriyeyê, gavên pêwîst ji bo bidestxistina aramiyê, gavên piratîk ji bo ku tev li Sûriyeya hevgirtî bin, siberoja aştiyane û geşbîn, giştî û aram a sûriyeyiyan nîqaş kirin. Her duyan li ser dem dema yekitiyê, li hev kir.

Barrack spasiya Mezlûm Ebdî, rêvebertiya wî û beşdariya QSD`ê di têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ`ê li Sûriyeyê de kir.”

(şx)