Bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kirin

Bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê tev li şahiya pîrozkirina salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn.

20 tîrmeh, 2025   00:08
KOBANÊ

Bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi coş û moraleke herî mezin tev li şahiya pîrozkirina salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn ku bi dirûşma "Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê, em bi hev re jiyaneke aştiyane û civakek demokratîk ava bikin" li qada Şehîd Egîd a li bajêr hate lidarxistin. 

Di sahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên 19`ê Tîrmehê hatibûn daliqandin û bê û bê navber şêniyên dirûşmên "Bêjî Serok Apo", "Berxwedan jiyane","Jin Jiyan Azadî" berz kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa û cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl bi xêthatina hemû kesên hazir kirin û 19`ê Tîrmehê li şehîdên azadiyê û hemû kesên welatparêz pîroz kirin.  

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid diyar kir ku şoreşa 19`ê li dijî her cûre desthilatdariyê destpêkeke nû ye û wiha got: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê li bajarê Kobanê dest pê kir û li tevahî Cîhanê belav bû. Bi berxwedaniya gel û şervanên YPG û YPJ`ê desthilatdarî têk birin û azadî li tevahî li tevahî Cîhanê pêk hat û ew berxwedan heta kêliya îro berdewame."

Endamê Rêveberiya TEV-DEM`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cahîd Hesen desnîşan kir ku ew her tim ji bo sûriyeke ne navendî û demokratîk her tim amadene û wiha got: "Divê em her tim ji bo Sûriyeke ne navandî têkoşîn bikin û li hember desthilatdarî û komkujiyan têkoşîna xwe xurtir bikin. Di vê em berwedana xwe hîna xurtir bikin û li hemberî desthilatdariyê li ber xwe bidin û têbikoşin."

Fermandariya YPJ`ê ya Kantona Firatê Sariya Efrîn enî ziman ku ew wek YPJ`ê ew ê her tim ji bo azadiy gel û welatê xwe têkoşîna xwe xurtir bikin û wiha got: "Em ê her tim ji bo azadî û demokrasiyê li ber xwe bikin û tê bikoşin. Divê gelê me jî li pişta hêza xwe bin ji bo ku em Sûriyeke ne navendî û bi azadî, wekhevî û edalet ava bikin. Em ji gelê xwe baweriyê ku wê li pişta Hêzên xwe yên YPJ`ê û QSD`ê bin. Em vê roja pîroz li malbatên şehîdan û li Rêber Abdullah Ocalan û li hemû gelê xwe pîroz dikin."

Rêveberiya Desteya Tenduritî ya Kongra Star a Kantona Firatê Xûnav Xelîl diyar kir ku çirûsma Rojava ji bajarê Kobanê de dest pê kir û ev tişt anî ser ziman: "Berxwedana gel li dijî desthilatdariyê tevahî Cîhan hejand. Gelê Kobanê û bi taybet jinan bi berxwedan û têkoşîna xwe erşa desthilatdariyê hejand û heta niha ew rihê berxwedanê berdewame û wê ta azadiyê bibome. Em vê roja pîroz li hevahî Cîhanê pîroz dikin."  

Piştre gelek hunermendên Kobanê û Jalal Rojhilat stran pêşkêş kirin. Her wiha koma hunermendên Ermenî, hunermend Telan El Nazir bi zimanê Erebî, hunermend Dilo Doxan berhemên xwe pêşkêş kirin û şênî li ber goveng gerandin.

(sş)

ANHA