ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 6 – 2025
20 hezîran, 2025   02:00

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê destnîşan kir ku bi armanca nasandina jinan bi mafên wan ên siyasî û hiqûqî gelek civîn tên lidarxistin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku daxwazên tevlêbûna nava meclisê jî zêde dibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin, xwe bispêrin hêza xwe û heta ku guhertinên yasayî û destûrî neyên çêkirin jî baweriya xwe bi dewleta Tirk nayînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Hesekê bi armanca birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê li hundirê bajêr û hêsankirina tevgera welatiyan geracên veguhastina navxweyî yên ku li tevahî bajêr belav bûbûn, kirin yek. BI WÊNE Û DÎMEN

Cîgirê hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku ji bo vegera hemû koçberan hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Di her saetekê de nêzî 70 hezar metrekab av ji çavkaniyên avê digihêje taxên Qamişloyê. Lê tevî wê jî hin taxên bajêr bê av dimînin. Şêniyên bajêr daxwaza çareseriyê dikin, hewldanên saziyên têkildar jî berdewam in. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên şehîdan li bajarê Amûdê di salvegera şehadetê ya duyemîn de hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê şehîd Yusra Derwêş û cîgira Hevserokatiyê şehîd Leyman Şiwêş li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir bi bîr tîne, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê konferansa xwe ya 6’an li Hola Efrîn a Qamişloyê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Kesk a Demokratîk bi diruşma "Bi hev re ji bo Sûriya demokratîk, pirreng, nenavendî û jîngehek mayînde" kongreya xwe ya 3’yemîn li hola Zana ya Qamişloyê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kombenda Efrîn a Civakî li navenda xwe ya li Qamişloyê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina sûcê qetilkirina Mistefa Cemîl Şêxo, daxuyaniyekê dide, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN