10 bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekaeiya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 bazirganên madeyên hişbir girtin, madeyên hişbirê, çek, telefon û amûrên bikaranîna hişbirê desteser kirin.

10 bazirganên hişbirê hatin girtin
19 hezîran, 2025   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi daxuyaniyekê ragihandin ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê, bi piştgiriya Hêzên Antî Teror (HAT) û Hêzên Operasyonan di encama operasyoneke ewlekariyê ya berfireh li bajarê Hesekê de, 10 bazirganên madeyên hişbirê girtin. Operasyon li taxên Ezîziye, Neşwa û Xiwêranê pêk hat.

Di operasyonê de hebên keptagon, biyogablîn, heşîş, çek, cebilxane, telefon û amûrên bikaranîna hişbirê yên hatine dîtin, hatin desteserkirin.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, kuçikên polîsî di operasyonê de, bi taybetî di vedîtina cihên veşartina hişbirê de roleke sereke lîst.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev operasyon di çarçoveya xebatên wan ên têkoşîna li dijî hişbirê de hat pêkanîn û bang li welatiyan kir ku der barê tevgerên biguman de yekser agahiyê bidin aliyên berpirs.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dîmenên kêliyên serdegirtinê û girtina tawanbaran belav kirin. Ev gav zelalî û duristiya hewldanên ewlehiyê yên têkbirina vê pandemiyê nîşan dide.

(mh/fr)

ANHA