‛Eger Sûriye baştir bibe wê Sûriyeyiyên li Swêdê mafên rûniştinê winda bikin’

Swêd û dewletêm Ewropayê ji bo diyarkirina planeke hevbeş der barê penaberên Sûriyeyê de di nava koordînayê de ne. Wezîrê Penaberiyê yê Swêdê diyar kir ku ger Sûriye baştir bibe, dibe ku penaberên Sûriyeyî mafên xwe yên rûniştinê winda bikin.

‛Eger Sûriye baştir bibe wê Sûriyeyiyên li Swêdê mafên rûniştinê winda bikin’
19 hezîran, 2025   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Penaberiyê yê Swêdê Johan Forssel got ku heke rewşa Sûriyeyê baştir bû, dibe ku penaberên Sûriyeyê mafên xwe yên rûniştinê ji dest bidin. 

Forssel diyar kir ku, "Ceza jî rabûn, ji ber wê tiştekî asayî ye ku kesên li Swêdê vegerin welatê xwe. Wê demê ew mafên qanûnî yên rûniştinê ji dest bidin."

Forssel destnîşan kir ku hikumeta Swêdê xebatên xwe yên ji bo vegerandina Sûriyeyiyan de didomîne û da zanîn ku Swêdê bi peyamekê ji Danmarkayê xwest ku planeke hevbeş di hundirê Yekitiya Ewropayê de, ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyê, amade bikin.

Forssel diyar kir ku nêzî 20 hezar Sûriyeyî hîna hemwelatîbûna Swêdayê bi dest nexistine û dibe ku piştî hilweşandina rejîma Esed, wan di siberojê de vegerînin Sûriyeyê.rewşên vegerê yên penaberên Sûriyeyê li Swêdê hene.

(mh/fr)