ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 6 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 6 - 2024
20 hezîran 2024   02:00

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro her du pêşengên şoreşê; şehîd Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş û şehîd Firat Tûma, di salvegera 1'emîn a şehadeta wan de, bi bîr anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê diyar kir ku mîsyona koordînasyonê, pêkanîna armancên konferansê û diyarkirina plan û stratejiyên rêxistinên ciwanan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di 17 saliyê de hatiye zewicandin, 11 zarokên wê hene. Ji bo debarê karên çandiniyê, çêkirina tendûran, karên destan kirine û koçber bûye. Rojekê tiştên nava malê firotin û ew veguherîn deriyê debara malê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Cizîrê di salvgera 1'emîn a şehadeta hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevseroketiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma de, wan li goristana şehîd Îsmaîl a bajarê Amûdê bi bîr tînin. Saet di 18:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, şahiyeke muzîkê li parka şehîd Zevîn li dar dixe. Saet di 18:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)