Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Yildirim Han ku ji bo dermankirinê şandin Enqereyê, jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da
20 hezîran 2024   08:46
NAVENDA NÛÇEAYN

Yildirim Han ku li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Şirnexê dihate girtin, di nava lîsteya girtiyên bi nexweşiya giran de bû.

Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû beriya 2 hefteyan sewqî Enqereyê kirin.

Han ku tedawiya wî li Enqereyê dewam dikir, nîvê şevê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Han wê bi dema herêmî saet di 11:30'î de ji Colemêrgê re bê şandin.