CENTCOM: Serçeteyekî DAIŞ'ê li Sûriyeyê hate kuştin
Artêşa Amerîkayê ragihand ku serçeteyekî DAIŞ'ê di êrişeke hewayî de li Sûriyeyê hatiye kuştin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişeke wan a hewayî de li Sûriyeyê di 16'ê Hezîranê de, serçeteyekî DAIŞ'ê hatiye kuştin.
CENTCOM`ê da zanîn ku serçeteyê hatiye kuştin Usama Cemal Mihemed Îbrahîm El Cenabî ye.
CENTCOM`ê li ser "X"ê wiha nivisiye: "Bi kuştina El Cenabî re şiyanên DAIŞ`ê ji bo peydakirina derfetên pêkanîna êrişên terorîst de, dê werin astengkirin. Di êrişê de tiştek bi serê bi sivîlan nehatiye."
(mh)