ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-2-2025
20 sibat, 2025   02:00

Şêniyên Til Birakê got ramanên Rêber Abdullah Ocalan derfetekê didin ji bo guhertina jiyana kesayetî û civakî, ji bo ku bikarin pirsgirêkan çareser bikin û siberojeke dadmend û wekhev ava bikin.

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên xwe bên darizandin û cezakirin. Koçberan daxwaza mafê xwe yê rewa yê vegera ewle ya li Efrînê kir.

AKP a bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan, hewldanên ji bo vegerandina Împaratoriya Osmanî berdewam dike. Artêşa Tirk, piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî tu carî bi qasî niha li Rojhilata Navîn bi cih nebûbû.

Civaka êzidî, li Mala Êzidiyan a bajarê Tirbespiyê cejna Xidir Ilyas (Bêxwîn) pîroz dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rêzan Behcet Silêman li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û ji bo piştgiriya şervanên QSD’ê li eniyan, Yekitiya Mamosteyên Dêrikê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya Dêrikê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê, Foruma Dêrikê ya Çand û Hunerê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN