Li Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di rojekê de 5 kes ji ber şer, êriş û teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin
20 sibat, 2025   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn bi kêmanî 5 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, li ser rêya Selma ya gundewarê Laziqiyê kesek dema di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de kar dikr ji aliyê komeke çekdar ve hat qetilkirin. Li herêma Cisir Herîsûn a bajarê Banyasê jî komeke çekdar êrişî welatiyan kir. Di encamê de welatiyek hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku li devera Dumer Şerqî ya gundewarê Şamê komeke çekdar ku nehat zanîn girêdayî kijan aliyê ye, kesek revand û wî qetil kir.

Hate zanîn ku li ser rêya Şeyxûn a gundewarê başûrê Idlibê endamekî hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê di şer û pevçûnênê li hemberî komeke çekdar de hat kuştin.

Her wiha hat ragihandin ku li herêma Etarîb a gundewarê rojavayê Helebê kesek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA