Koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê berê xwe dabû Tişrînê vegeriya

Şêniyên kantona Cizîrê koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê çûbû Bendava Tişrînê û vegeriyan, bi coşeke mezin pêşwazî kir.

Koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê berê xwe dabû Tişrînê vegeriya
Koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê berê xwe dabû Tişrînê vegeriya
Koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê berê xwe dabû Tişrînê vegeriya
Koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê berê xwe dabû Tişrînê vegeriya
Koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê berê xwe dabû Tişrînê vegeriya
Koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê berê xwe dabû Tişrînê vegeriya
Koma berxwedêrên ku 14’ê Sibatê berê xwe dabû Tişrînê vegeriya
19 sibat, 2025   23:37
QAMIŞLO

Piştî ku şeva berê koma ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê gihîşt Bendava Tişrînê û berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji çalakgerên bajarên Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Koçerê, dewr girt, îro vegerîn bajarên xwe.

Di pêşwazîkirina koma ku 14’ê Sibatê ber bi bendavê ve ketibû rê û vê êvarê vegeriyan de, bi sedan xelkê heman bajaran hebû, alên QSD’ê hatin hildan û diruşmên "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Silavkirina QSD û YPJ’ê" hatin berzkirin.

Berxwedana gel a ku ji 8’ê Çileyê (2025) ve li ser Bendava Tişrînê didome, ket roja 42’yan. Çalakiya ku bi beşdariya hemû beşên civakê û netewan her çend rojan carekê bi awayekî dorveger didome, îro ji aliyê koma Qamişlo, Tirbesiyê, Amûdê û Til Hemîs ve tê dewrgirtin.

(mh/fr)

ANHA

Çilaxa

Dêrik