ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2025
20 kanûn, 2025   02:00

Di sala 2025’an de bûyerên girîng pêk hatin ku ji nû ve tabloya navneteweyî xêz kir; erkdarkirin û xistina serokan, peymanên aştiyê û operasyonên leşkerî yên mezin, li kêleka van jî guhertin di hevpeymanên herêmî û navneteweyî de pêk hatin. (BI WÊNE).

Jinên Helebê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk giran diçe û got aştiya stratejîk li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN.

Çalakvanên koçber ên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî banga pêkanîna peymana 10'ê Adarê û misogerkirina vegera ewle ya li bajarê xwe kir. Çalakvanan diyar kir ku domandina binpêkirin û guhartina demografiyê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, pêşî li vegera ewle digire. BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên bajarê Dêrikê, şervanê QSD’ê Egîd Tolhildan li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên Elî El Hisên li Pakrewangeha Tebqayê dispêrin axê. (11.10) BI WÊNE Û DÎMEN.

Akademiya Perwerdeyê ya bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê dewreyeke perwerdeyê ji bo endamên saziyên civaka sivîl dide destpêkirin. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Bi beşdariya şêniyên 4 bejaran, li bajarê Qamişloyê meşeke girseyî bi daxwaza azadiay fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Kongra Star li bajarên Heseke, Dirbêsiyê û Şedadê li dijî qetilkirina jinekê li bajarê Efrînê daxuyaniyê dide. (12.20) BI WÊNE Û DÎMEN.

Desteya Çand û Huner û Komîna Şêwekariyê ya Kantona Firatê pêşangeheke wêneyan vedike. (13.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Mîhrîcana 11’emîn  Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatiye birêxistinkirin  li navenda HRRK’ê ya li Qamişloyê dest pê dike. (16.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA