QSD: Tevkarî rêya yekane ya ji holê rakirina gefa DAIŞ’ê ye

QSD’ê spasiya hêzên Amerîkayê kir ku operasyon li dijî baregehên DAIŞ’ê pêk anîn û diyar kir ku tevkarî rêya yekane ya ji holê rakirina gefa DAIŞ’ê ye.

QSD: Tevkarî rêya yekane ya ji holê rakirina gefa DAIŞ’ê ye
20 kanûn, 2025   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrişên Amerîkayê yên li ser veşartgehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê spasiya hêzên Amerîkayê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir ku di çend saetên dawîn de li veşartgehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê dan.

Fermandariyê  diyar kir ku piştevaniya asîmanî faktoreke girîng e ku nehêle rêxistina DAIŞ’ê şaneyên xwe ji nû ve komî ser hev bike an jî çalakiyên xwe yên xirab pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "Ezmûnan îsbat kir ku nabe şerê li dijî terorê were rawestandin an jî kêmkirin. DAIŞ’ê hîna gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdike. Di heman demê de hewl dide ji her valahî û sistbûna hewlênên leşkerî û ewlehiyê de sûdê werbigire. Lew ra domandina operasyonên hevbeş girîng in ta ku DAIŞ’ê û hêza wî bi temamî ji holê rabin."

Fermandariyê daxuyand ku hêzên wan îsal bi desteka rasterast a hewayî an jî agahiyên îstîxbaratî yên Koalîsyona Navneteweyî  bi sedan operasyonên ewlehî û leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîn, di encamê de berpirsên xeternak girtin û komên wan ên çalak ji hev xistin.

Fermandairya QSD’ê destnîşan kir ku ev tevkarî û pevguhertina agahiyan îsbat kir ku rêya yekane ya jiholê rakirina gefan e.

QSD’ê ragihand ku dê şerê li dijiî DAIŞ’ê, parastina ewlehiyê û sivîlan, bidomîne û tevkariyê bi hemû aliyên ku li dijî terorê şer dikin re bike.

 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihandibû ku hêzên Amerîkayê  wekî bersiva li dijî êrişa 13’ê kanûnê ya li Tedmurê,  operasyonek li Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û binesaziya wan pêk anî.

(b)