ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2025
20 cotmeh, 2025   02:00

Koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Til Temir dimînin, diyar kir ku li gel hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ew nikarin vegerin warê xwe. Koçberan destnîşan kir ku ew vegera bi rûmet û aram dixwazin, ev jî bi derketina dewleta Tirk û çeteyên wê û vegera saziyên Rêveberiya Xweser pêkan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateyên kantona Cizîrê ji bo têgihîştina rewşa heyî xwe dispêrin parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan. Di van parêznameyan de arîşe û pirsgirêkên siyasî û civakî yên herêmê û cîhanê tên şîrovekirin û çareserî tên destnîşankirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bajarê Reqayê di salvegera 8’an a rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ’ê de çand û nasnameya xwe vejîn dike. Hemleya avakirinê ya di sala 2017’an de bi serkêşiya Rêveberiya Xweser dest pê kir, dewam dike. Êdî şêniyên bajêr bi îradeya xwe ya azad hêviyên siberoja xwe ya aram û adilane pêk tînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Reqayê piştî 8 salan ji rizgariyê û têkoşîna berdewam, jinan gavên mezin ber bi serkeftinê ve avêtin. Jinan di rêbertiya komîn, meclis û desteyan de, heta bi awayekî çalakî di warên parastin û ewlehiyê de heta di jiyana siyasî de jî beşdar in.  Şahideyên wan diyar dikin ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn divê bibin destpêka şoreşa jinan li seranserî welat. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber zêdebûna bandora ziwabûnê li ser çandinî, sewalvanî û jêderên avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mirov girîngiyê didin çareseriyên altarnatîf ku lêçûnê kêm dikin û hilberîna domdar misoger dikin. Girêdayî wê endazyarekî ji Tirbespiyê yê kantona Cizîrê xebata "cehê şînkirî" da destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Firatê li bajarê Kobanê sersaxiyê dide malbatên şervanên QSDˊê şehîd Kemal Cûdî û Berxwedan Kobanê, 10.00ˊan.  BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Dirbêsiyê ji bo şehîd Bêrîtan li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr merasîma bibîranîn li dar dixe,  10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jinan li ser penceşêra memikan, li hola peymangeha Tendurstiyê ya bajarê Hesekê, semînerekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Şehîd Herekol a Navneteweyî ya 9ˊemîn a ku Desteya Çandê ya Heêrma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kantona Cizîrê li dar dixe û heta 26ˊê Cotmehê didome, li Parka Azadî ya Qamişloyê, tê vekirin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê bi boneya salveera 8ˊan a rizgarkirina kantonê bi destê QSDˊê, li Stadyûma Reqayê, şahiyekê li dar dixe, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN