Konsulê Sûriyeyê yê li Dubey ji hikumeta veguhêz veqetiya

Konsulê Sûriyeyê yê li Dubeyê Ziyad Zehredîn "Ji ber redkirina êrişên barbarî, sûcê qirkirina etnîkê û qirkirina komî" ya li Siwêdayê ku bi destê hêzên hikumeta veguhêz pêk hatine, ji hikumetê veqetiya. Zehredîn diyar kir ku xelkê Siwêdayê yê di bin serkêşiya Şêx Hikmet El Hecrî de biryara çarenûsa xwe didin.

Konsulê Sûriyeyê yê li Dubey ji hikumeta veguhêz veqetiya
19 cotmeh, 2025   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Konsulê Sûriyeyê yê li Dubeyê Ziyad Zehredîn ê ji Siwêdayê ragihand ku ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê veqetiya. Bi wê yekê, ji dema hilweşîna rejîma berê di Kanûna 2024ˊan de, ev berpirsê dîplomasî yê Sûriyeyê yê yekemîn e ji hikumetê vediqete.

Zehredîn di dîmenekê de dibêje "Ew hebûna xwe di vê desthilatê de qebûl nake û hemû karên di bin rêveberî û hebûna wê de naşopîne". Zehredîn bi vê yekê li kêlek xelkê xwe yê Siwêdayê disekine û dibêje" wan bi têkoşîn, fedakarî û lehengiyên xwe dîroka neviyên xwe vegerand."

Zehredîn di gotina xwe de "Siwêda bi destê hêzên Heyet Tehrîr El Şamê bi hevkariya endamên rêxistinên DAIŞˊê, bi koordînayeke berê ji hêla serkirdeyên bilind ên desthilata Şamê plankirî ve, êrişên barbarî, sûcê qirkirina etnîkî û qîrkirina komî pêk anîn."

Konsul Zehredîn da zanîn ku "Siberoja Miwehdînên Durzî di destê xelkê wê rêveberên wê de ye, di serî de Serokatiya Ruhî ya bi nûnertiya Şêx Ebû Selman Hikmet El Hecrî."

(mh/fr)