Ji bo cotkaran hin şîret

Bi destpêkirina amadekirina mewsima çandiniyê re endazyara çandiniyê Emel El Metorî hin şîret dan cotkaran. Emel girîngiya ku cotkar her salek cureyekî biçînin û salekê navberê bidin, vegot.

Ji bo cotkaran hin şîret
Ji bo cotkaran hin şîret
Ji bo cotkaran hin şîret
Ji bo cotkaran hin şîret
20 cotmeh, 2024   08:45
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Her sal ji destpêka Îlonê heta meha Mijdarê cotkar amadekariya mewsima çandiniyê ya zivistanê dikin. Cotkar erdan cot dikin ku genim, ceh û hwd biçînin.

Ji bilî wê hin cotkar hin tedbîrên çandiniyê yên şaş mîna nepêkanîna dewreya çandiniyê ya birêxistinkirî digirin.  Ev yekî jî bandorên neyênî li ser zevî û mewsima çandiniyê dikin.

Dewreya çandiniyê, ew e ku  cureyên cuda li parçeyeke zevî di demeke diyar de tên çandin.

Di zêdetirî salekê de çandina heman berhemê bandorê li axê dike û hêmanên xwe yên pêwîst winda dike.

Hin cotkar di salên li pey hev de li heman zevî genim diçînin. Ew yek hem bandoreke neyênî li berhem hem jî axê dike.

Endazyara çandiniyê Emel El Metorî ji bo mewsima nû yê çandiniyê hin şîret pêşkêşî cotkaran kir. Emel anî ziman ku divê di sala yekemîn de giya, di sala duyemîn de peqle werin çandin û di sala sêyemîn de tiştek neyê çandin.

Emel diyar kir ku nepêkanîna dewreya çandiniyê bi xwe re berhemê û kalîteya wê kêm dike, her wiha di axê de lawazî çêdibe û hêmanên metalê kêm dibin.

Emel anî ziman ku şimitîna axê jî yek ji encamên nepêkanîna dewreya çandiniyê ye, ji ber ku giya ji axê re weke parastinekê ye û qata jor a axê ji baran û hewayê diparêze.

ʹÇAWANIYA PARASTINA DEWREYA ÇANDINIYÊʹ

Emel destnîşan kir ku bo parastina dewreya çandiniyê hin tedbîr hene divê werin girtin û got: "Divê komîteyên taybet zeviyên xwe bişopînin. Divê dezgehên çapemeniyê de girîngiyê bidin hişyarkirina cotkaran li ser dewreya çandiniyê."

Endazyar Emel El Metorî di dawiyê de bang kir ku divê bi rêya bernameya rênîşana çandiniyê, lidarxistina panel û civînan, derxistina kovarên çandiniyê cotkar li ser dewreyên çandiniyê werin hişyarkirin û zanakirin.

(fr)