ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-11-2023
2 mijdar 2023   02:00

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kirin ku heta ev armanc pêk were, dê têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînera ji Misirê Welaa Ebû Sitêt got azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê rolek di çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn de bilîze, di nav de doza kurd û ya filistînê. Her wiha hevkarî, bêdengiya civata navneteweyî û ya rojavayî li hember sûcên li dijî wî tên kirin, şermezar kir.

Şehîd Ebdulezîz El Osman bangewaziya gelê xwe bersivand û cihê xwe di parastina welêt ji êrişên çeteyan de girt. Wî bi baweriya xwe ya kûr bi welatê xwe dîrok xêz kir. Îro jî bavê wî, soz dide ku zarokên wî li ser baweriyên wî bi jiyan û welêt mezin bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberan sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê aşkera kirin û got: "Çawa kesên sûcan dikin, qala mirovahiyê bikin? Ev sûc rastiya wan aşkera dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navendên têkildarî kar û barên giştî yên cîhanê di çend sedsalên dawîn de girîngiyeke mezin dan Komên çekdar ên tundraw. Ji berk u li ser tevahiya gelan û dewletan xetere ne. Ji wê zêdetir, hin welat bi temamî wêran kirin û tev li hevî belav kir. Her wiha bandor li derdora herêmî û kar û barên cîhanî kir. Gelo sedemên derketina van koman çi ne? Çiqas bandor li aştî û ewlehiya navneteweyî dikin?

Operasyona Hemasê ya 7`ê Cotmehê li dijî Îsraîlê li dar xistiye, bertekên Îsraîlê li hember wê, bal ji ser hilbijartinên serokatiyê yên Misirê kişand ku çaverêye di kêmtirî mehekê de li dar kevin.

106 sal di ser Danezana Balfourê re derbas bûn ku wê demê wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Arthur Balfour soz da Cihûyan ku ′welatekî neteweyî′ ji wan re li Filistînê ava bike. Ji wê demê heta niha şer heye. Gelo ev danezan çawa çêbû û encamên wê çi ne?

Desteya Jinan û Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê panelek bi dirûşma "Rewşa ragihandinê û rola jinan di guhertina rastiya civakê de" li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-DEM`ê şaxê Herêma Firatê têkidarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya civata navneteweyî li hember wê daxuyaniyekê li pêşiya avahiya xwe ya li Kobanê dide saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jinan a Kantona Qamişlo navendeke nû ya geşepêdana zarokatiya pêşîn li navçeya Çilaxa vedike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya li Helebê ku li herêma Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kiriye didome saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

7`emîn Mîhrîcana Osman Sabrî ya Wêjeyê li Zanîngeha Rojava didome saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)