Di Roja Kobanê ya Cîhanê de şehîd li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şêniyên Herêma Cizîrê di Roja Kobanê ya Cîhanê de şehîd bibîr anîn û mûm li ser gorên wan pêxistin.

1 mijdar 2023   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Roja Kobanê ya Cîhanê de şêniyên bajar û deverên Herêma Cizîrê li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

Bi organîzekirina Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan, şêniyên navçeya Dirbêsiyê berê xwe da goristana şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê yê navçeyê.

Li wir, endama Yekitiya Jinên Ciwan a navçeyê Hind Diyab şehîdên berxwedana Kobanê yên ku ji bo rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ'ê canê xwe feda kirin, bi bîr anîn.

Hind Diyab soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştre şêniyan li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

Li bajarê Hesekê jî şênî li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê kom bûn.

Li wir navê Kobanê bi mûman hat nivisîn. Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Mîdya Ebdurehman şehîdên berxwedana Kobanê yên ku bûn sedema serkeftina li Kobanê, bi bîr anîn.

Mîdya wiha axivî: "Serkeftina li Kobanê ji cîhanê re piştrast kir ku bi saya fedakariyên şehîdan tu kes nikare îradeya gelên herêmê têk bibe û bajarên wan dagir bike."

Piştre li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.

Li bajarê Dêrikê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrikê Roja Kobanê ya Cîhanê li navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Şehîd Bawer a bajêr, bi bîr anî.

Di serî de mûm ji aliyê beşdaran ve hatin pêxistin û endama tevgerê Xanim Hisên got: "Destana Kobanê destaneke dîrokî ye û destekdayîna cîhanî ya ji berxwedana Kobanê re terora DAIŞ'ê têk bir."

Xanim Hisên soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Xalîse Hacî wiha axivî: "Berxwedana Kobanê bû yek ji bîranînên herî mezin ên dîrokê, Kobanê neket û ew ê tu carî nekeve madem şervanên wê yên li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan dimeşin hene."

Çalakî bi siloganên "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Şehîd Namirin" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bûn.

 (mh/şx)

ANHA