Komên çekdar ên tundraw û bandorên wan li ser derdora herêmî û cîhanî

Navendên têkildarî kar û barên giştî yên cîhanê di çend sedsalên dawîn de girîngiyeke mezin dan Komên çekdar ên tundraw. Ji berk u li ser tevahiya gelan û dewletan xetere ne. Ji wê zêdetir, hin welat bi temamî wêran kirin û tev li hevî belav kir. Her wiha bandor li derdora herêmî û kar û barên cîhanî kir. Gelo sedemên derketina van koman çi ne? Çiqas bandor li aştî û ewlehiya navneteweyî dikin?

Komên çekdar ên tundraw û bandorên wan li ser derdora herêmî û cîhanî
2 mijdar 2023   06:45
BEYRÛT
ZIYADE EBÛ XEZALE

Kokên komên tundraw vedigerin dawiya salên 70`ê ku ji Misirê dest pê kirin, dema komên tundraw bi armanca ferzkirina "desthilata îslamî" ava bûn.

Ji wir fikra cîhadê dest pê kir ku li hundir û derve şerê dijmin bê kirin. Yanî şerê pergalên desthilatdar ên welatên musliman û hêzên cîhanê yên piştgiriya wan dikin, bikin.

Koma Ixwan Muslimîn a ku Hesen El Bena sala 1928`an ava kiriye, li Misirê yek ji rêxistinên îslamî herî kevnar û mezintir e. Bi awayekî mezin bandor li tevgerên îslamî li seranserî cîhanê dike. Gelo sedemên derketina van rêxistinan çi ne û bandorên wê li ser aştî û ewlehiya navnetweyî çi ne?

Der barê de lêkolerê kar û barên tevgerên tundraw û terorê yên navneteweyî Munîr Edîb wiha axivî: "Ji ber gelek sedeman, ev rêxistin derketin. Dibe ku têkiliya hin ji wan sedeman bi lawaziya nîştimanî hebe - Yanî dewleteke bi hêz li ser asta siyasî û ewlehî nîn e- ji van koman, komên îslamî yên li dijî desthilatê derketine çi li Sûriye yan jî li Qahîrayê."

Edîb wiha domand: "Sedemên din girêdayî fêmkirina olê ji aliyê van rêxistinan e. Wek encam ji ber vê fêmkirina teng şerê pergalên siyasî dikin ku wan bi zordest û murtedan bi nav dikin."

Edîb diyar kir ku hin sedem girêdayî avabûna rêxistinan e ku bawer kirin bi hilweşandina dewleta Osmanî êdî divê ji bo parastina têgeha dewleta osmanî yan jî vejandina xîlafeta osmanî koman ava bikin. Her wiha Edîb anî ziman ku hin sedemên din jî hene hişt ku ev komên tundraw derkevin weka nebûna azadiyê yan jî dewletê.

Li gor Edîb Koma Ixwan Muslimîn alîgirên xwe li ser pirtûkên Ebû El Ela El Mewdûdî weka "Naskirina quranê", "Rêgezên Îsalmê", "Di îslamê de cîhad" perwerde kirine û di van pirtûkan de fikrên bêbaweriyê, tecrîdkirina civakê û nefreta jê heye. Ji ber wê, rêxistinê bi sazkirina rewabûnê bi rêya pirûtkên komê fêrî alîgirên xwe kirine yan jî berhemên Seyid Qutub, tundetujî pejirandiye. Wek encam Koma Ixwan Muslimîn bi dewlemendkirina van fikrên tundraw, nûnertiya tundiyê dike.

Lêkolerê kar û barên tevgerên tundraw û terorê yên navneteweyî Munîr Edîb got: "Ev rêxistin bandor li ewlehî û aştiya navneteweyî dikin ji ber ku nefretê teşwîq dikin. Ji berk u djiminê mirovahiyê ye û rijandina xwîna wleatiyan bi awayekî zayend û taîfîperest helal kiriye. Ew muslimanan jî dikuje. Ji ber ku wan bi murtedan û zordestan bi nav dike, madem bi fikrê wan bawer nakin. Her wiha yên bi ola wan bawer nake jî mîna xiristiyanan, şerê wan dike. Ev rêxistin şerê her aliyê yan jî kesê li dijî bawerî û siyaseta wê be ye. Yanî ew li ser cîhanê tev da xetere ne."

(şx)

ANHA