ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 – 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 – 1 – 2025
2 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên Hesekê piştgiriya xwe ya ji bo nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan da. Her wiha destnîşan kirin ku aştiya rastîn li Îmraliyê ye û Rêber Ocalan kilîda çareseriya krîzên li herêmê ye.

Jinên ji Qamişloyê îşaret bi yekitiya partiyên siyasî yên Kurd kirin û diyar kirin ku derfeteke dîrokî di destê gelê Kurd de ye, lazime nakokiyên heyî bidin aliyekî û demildest yekîtiya neteweyî ava bikin.

Şeniyên Kantona Firatê xwestin ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji axa Sûriyeyê derkevin, “ji ber ku ev ax me ye, bi xwîna şehîdan hatiye avdan.”

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê behsa girîngiya pêkanîna rêgezên xweparastinê kir û diyar kir ku xweparastin rêya têkbirina planên dijminan û pêşîgirtina qirkirinê ye.

Bajarê Til Temirê li ser xetên eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye û rojane rastî êrişan tê, lê tevî wê jî şaredariya bajêr xizmetên xwe ji welatiyan re dewam dike û niha 4 projeyan pêk tîne.

Xelkê bajarê Amûdê li gundê Sunciq Sadûn sersaxiyê didin malbata şehîdê Hêzên Komandos şehîd Aras Hemo. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên kantona Cizîrê ji bo piştgiriya QSDˋê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo daxuyaniyeke hevbeş didin. (11:00) Li bajarê Girkê legê HPCˋê li pêş navenda Çandê daxuyaniyekê der barê heman mijarê de dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqa cenazeyên 2 şervanên QSDˋê û cenazeyeke şervaneke YPJˋê li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ezîz Hemod Dawûd li goristana şehîdan a bajêr defin dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Şervan Qamişlo û Lewend Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan defin dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN