FBI: Êrişkar welatiyekî Amerîkî ye û ala DAIŞ'ê pê re bû

Li bajarê New Orlenas ê Amerîkayê kamoyoneke biçûk pêlî girseya welatiyan kir û bi guleyan avêt wan, di encamê de herî kêm 15 kes hatin kuştin. FBIˋyê aşkera kir ku êrişkar welatiyekî Amerîkayî ji Texasê ye û ala DAIŞˋê di kamyona wî de hate dîtin.

FBI: Êrişkar welatiyekî Amerîkî ye û ala DAIŞ'ê pê re bû
1 ÇILE, 2025   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Lêpirsînên Federal (FBI) ragihand ku êrişkarê êrişa New Orleans welatiyekî Amerîkayê ji Texas e, navê wî jî Şemsedîn Cebar (42) ye û di erebeya wî de ya ku pê êriş pêk aniye ala DAIŞ'ê hate dîtin.

Êrişkar bi kamyonê, li taxa Fransayê ya bajarê New Orleans, pêlî welatiyan kir û gule li welatiyên taxê barandin, di encamê de herî kêm 15 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

FBI'yê da zanîn ku di kamyonê de bombe jî hatin dîtin.

(mh/fr)