DAIŞ'ê êrişa dijî Somalê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ'ê êrişa li dijî baregeheke leşkerî ya li herêma Botland a bakurê rojhilatê Somalê ku di encamê de zêdetirî 20 kes hatin kuştin, girt ser xwe.

DAIŞ'ê êrişa dijî Somalê girt ser xwe
1 ÇILE, 2025   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

DAIŞ'ê ragihand ku wan êrişî baregeha leşkerî ya herêma Botland a bakurê rojhilatê Somalê kiriye. Di encama wê êrişê de zêdetirî 20 kes hatin kuştin.

DAIŞˋê di daxuyaniyeke xwe de  diyar kir ku 12 çekdar bi 2 erebeyên bombekirî êriş pêk anî û di encamê de nêzî 22 leşkerên hêzên Botland hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Girêdayî wê, duh kenaleke televîzyonê ya xwecih dabû zanîn kuhêzên ewlekariyê êrişeke çeteyên xwekuj ên DAIŞ'ê têk bir.

(mh/fr)