ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 4 – 2025
19 nîsan, 2025   02:00

Şêniyên bajarokê Abira piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û got ji bo aştiyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina êrişan, gavên destpêkê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Til Birakê diyar kir ‘Danezana Destûrî’ ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye nivîsandin nûnertiya îradeya gel nake û got divê Hevpeymana Civakî bibe bingeha destûra Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê Sûriyeyê yê ku di rewşeke aborî û ewlehî ya têçûyî de dijî, bi tirseke mezin li benda siberoja xwe maye. Xwendekar ji domandina xwendinê bêçare mane, malbat jî ji bo ku debara jiyana xwe bikin têdikoşin. Beşek ji gel bi pêkhatina guhartinê bêhêvî maye, beşek jî li benda bidawîhatina zehmetiyên salên dirêj e. BI WÊNE

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê li gorî budceya îsal de, dest bi amadekariya berfirehkirina nexweşxaneya Kîsra kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Hemleya Ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê di roja duyemîn de dewam dike.

Kongra Star bi boneya salvegera damezrandna KJK’ê,  li ajarê Dirbêsiyê şahiyekê li dar dixe (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîeê ji bo şermezarkirina astengirina derbasbûna karwanê alîkariyên mirovî bo xelkên peravê, xwepêşandanekê li dar dixe. (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Hunera azad bi deng û rengê jinê ye" çalakiyên Festîvala Wêje û Hunera Jinê ya li baxçeyê Azadî yê Qamişloyê di roja sêyemîn de bi dawî dibin, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN