Gelê Sûriyeyê di nav bêhêviyê de li çareseriyan digere
Gelê Sûriyeyê yê ku di rewşeke aborî û ewlehî ya têçûyî de dijî, bi tirseke mezin li benda siberoja xwe maye. Xwendekar ji domandina xwendinê bêçare mane, malbat jî ji bo ku debara jiyana xwe bikin têdikoşin. Beşek ji gel bi pêkhatina guhartinê bêhêvî maye, beşek jî li benda bidawîhatina zehmetiyên salên dirêj e.

Ajansa me der barê rewşa heyî ya Sûriyeyê û pêşbîniyên li ser siberoja Sûriyeyê de, nêrînên şêniyên bajarê Siwêdayê girtin. Di nêrînan de, tirsa ji têkçûyîna rewşa jiyanî û ewlehî û hêviya bi siberojeke baştir serwer bûn.
Xwendekarên Siwêdayê yên ku li Laziqiyê û Tertûsê dixwînin, zehmetiyên xwe yên domandina xwendinê anîn ziman, nexasim ku ew ji ber rewşa perava Sûriyeyê nikarin vegerin zanîngehên xwe. Xwendekaran banga peydakirina derfetê ji bo ku li Siwêdayê xwendina xwe bidomînin, kir.
Xwendekarekî got: "Rewşa aborî û ewlehî ya peravê dihêle veger ne pêkan be. Di heman demê de em ditirsin saleke xwendinê ji destê me biçe."
Xwendekarekî din banga lidarxistina ezmûnan li Siwêdayê kir da ku xwendekar ji ber rewşên derveyî îradeya wan, ji derçûnê bêpar nemînin.
Girêdayî wê, welatiyê bi navê Selame El Seman ku li ser kursiya xwe astengdariyê kelûpelan difiroşe got: "Êdî xelk wekî berê tiştan nakirin. Em di rojê de rêjeyeke pir hindik difiroşin."
Karmendekî temenmezin ê şaredariyê jî got ku derfetên kar tune ne û tevî soza jî, hîn rewş baştir nebûye.
DI NAV BÊHÊVÎ Û Û HÊVIYÊ DE PÊŞDÎTINA SIBEROJEKE BAŞTIR
Hin welatiyan, wekî Besam Xebra (Ebû Saêr) ku mehrûkan difiroşe dibêje ku hîn xelk birçî ne, di navbera berê û niha de tu cudahî tune ye.
Mamosteyekê jî got: "Ji ber rawestandina mûçeya min, ez nikarim ji hevjînê xwe re derman bikirim."
Li hemberî wê, welatiyên wekî mamosteyê teqaudbûyî Hesan Ebû Eselî, hêvî dikin ku siberoja Sûriyeyê baştir bibe û jiyana birûmet a tevahî Sûriyeyiyan misoger be.
Ev çîrok, serpêhatiyên rojane yên tevahî gelê Sûriyeyê ne. Malbatên ku ji bo jiyanê têdikoşin û xewnên ku li benda pêkhatinê mane. Lê pirs her ew e: heta kengî ev rewş ê wiha bidome bê ku çareseriyên ji bingeh de neyên dîtin?
(mh)
ANHA