Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn berxwedana li Bendava Tişrînê silav kirin

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî planên dijminane yên ku destkeftiyên gelê Sûriyeyê hedef digirin, silv kir.

Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn berxwedana li Bendava Tişrînê silav kirin
18 nîsan, 2025   23:42
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrîn, li bendava Tişrînê, civînek ji çalakvanên li bendavê re li dar xist.

Fermandariya QSD`ê û YPJ`ê di gel şandeke Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro êvarê çûn bendava Tişrînê.

Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn berxwedana lehengî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan a ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe silav kirin.

Herwiha  diyar kirin ku divê her her kes milên xwe bidin hev ji bo avakirina welatekî aram û ewle, ku tê de hemû welatî bi awayekî dadperwerî û wekhev dijîn. 

ANHA