Ji Gerînendetiya Trafîkê hişyarî

Gerînendetiya Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ku di 2 rojên bê de li ser rêyan xwîsar çê bibe. Di heman demê de bang li ajokaran kir ku baldar bin.

Ji Gerînendetiya Trafîkê hişyarî
18 kanûn, 2023   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hesabên xwe yên fermi got: "Li herêmê di 2 rojên bê de pileyên germahiyê kêm dibin. Îhtîmal heye, bi şev û saetên berbanga sibê xwîsar çê bibe.

Divê ajokar baldar bin û ji bo parastina jiyana xwe û ya şêniyan, li gor rêgezên trafîkê tev bigerin."

(şx)

ANHA