Li 6 welatên Ewropayê xwepêşandan

Li Fransa, Îtalya, Belçîka, Portekîz, Spanya û Albanyayê li dijî xela, pirsgirêkên niştecihbûnê û pewerdeyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di hin xwepêşandanan de bi pevçûnên bi polîsan re çêbûn û kiryarên xirabkirinê hatin kirin.

Li 6 welatên Ewropayê xwepêşandan
18 cotmeh, 2026   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Fransayê ku di meha borî de bi daxwaza başkirina rewşa dibistanan û çareserkirina pirsgirêka kêmbûna mamosteyan dest pê kirin berfireh bûn û daxwazên başkirina rewşa debarê û wekheviyê hatin kirin.

 Li gorî Wezareta Karên Hundir, zêdetirî nîv milyon kes beşdarî meşên li dehan bajaran bûn. Hate gotin di dema xwepêşandanan de kiryarên tundî, talankirin û şewitandinê hatin kirin.

Desthilatê ragihand ku nêzîkî 2 hezar û 400 kesan hatin girtin û zêdetirî 997 polîs û cendermeyan birîndar bûne, di nav de birîna 7 kesan giran e.

 Roja Yekşemê li Place de la République ya li Parîsê dîsa pevçûn derketin. Polîsan gaza rondikrêj bikar anî da ku xwepêşanderan belav bike û yekîneyên têkoşîna li dijî tundiyê bicîh kirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron banga hesabpirsînê ji bo kesên ku kiryarên xirabkirin û talankirinê kirine kir.

Îtalya

Li navenda Mîlanoyê ya Îtalyayê di roja di dema xwepêşandanên li dijî bilindbûna buhayan de pevçûnên di navbera ciwanan û polîstan de di roja duyemîn de dewam kir.

Xwepêşanderan şûşe avêtin û dikanên nêzîkî katedralê zirar dîtin, di heman demê de polîsan gaza rondikrêj û topên avê bikar anîn da ku komên xwepêşanderan belav bikin. Ajansa nûçeyan a Îtalyayê ANSA ragihand ku polîsan ji roja Şemiyê ve nêzîkî 70 kes girtine û li Bologna û Turinê jî aloziyên bi heman rengî çêbûne.

PORTEKÎZ

Li Portekîzê, îro bi sedan kesan li meydanên navendî yên Lîzbon û Portoyê kampên xwepêşandanê danîn, li dijî lêçûna bilind a xanî û jiyanê xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan daxwaza betalkirina qanûna reforma kirê, danîna sînorek li ser mûçeyên xanîyan û qedexekirina kirîna apartmanan ji hêla fonên milkê ve kirin. Her wiha daxwaza zêdekirina avakirina xanîyên giştî û nûjenkirina apartmanên vala yên ku ji hêla hikûmetê ve têne xwedîkirin kirin. Di heman demê de daxwaza qedexekirina derxistina bi zorê kir heta ku xaniyên alternatîf neyên peyda kirin.

 SPANYA

Ji dawiya Îlonê ve, li Spanyayê xwepêşandanên li dijî lêçûnên zêde yên xaniyan û derxistina bi zorê tên lidarxistin.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê, xwepêşandan li dijî polîtîkayên perwerdehiyê û kêmkirina lêçûnên giştî didomin. Li Bruksel û Liège di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de pevçûn çêbûn. Polîsan gaza rondikrêj û topên avê bikar anîne.

Polîsên Liège ragihand ku 12 zarok di nav de  45 kes di xwepêşandanên roja Şemiyê de hatin binçavkirin. Her wiha îşaret pê kir kiryarên xirabkirin û şewitandina milkê giştî hatin kirin.

ALBANYA

Li Albanyayê jî xwepêşandan bi daxwazên baştirkirina şert û mercên perwerdehiyê dest pê kirin berfireh bibin û nerazîbûnên li dijî gendelî û rêveberihya siyasî jî di nav xwe de bigirin. Bi sedan xwepêşander roja Yekşemê li ber Wezareta Perwerdehiyê kom bûn û daxwaza îstifaya serokwezîr kirin.

Li paytextê kiryarên xirabkirinê û şewitandina konteynir û avahiyan hatin kirin. Her wiha baregeha Partiya Sosyalîst a desthilatdar, qereqolek polîsan û deriyê Wezareta Karên Hundir hatin xirabkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Albanyayê ragihand ku roja Yekşemê 37 polîs di nav de 65 kes birîndar bûn û 12 ji birîndaran rakirin nexweşxaneyê. Li gorî hikûmetê, hejmara giştî ya birîndaran ji roja Sêşemê ve gihîştiye 272‘an, di nav de 169 polîs hene.

(bb)