ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 10 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 10 - 2024
19 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên Reqayê bi hevgirtina xwe bajarê xwe ava dikin û bi pêş dixin. Bi vê yekê kantona Reqayê bûye nimûneya berxwedan û pêşketinê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan red kir, bi welatê xwe, welatparêziya xwe û doza gelê xwe ve girêdayî ma. 20 salan li piraniya herêmê Kurdistanê têkoşîna azadiyê meşand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê, 4 mîhrîcanên din ên her sal li dar diketin, êdî dê du salan carekê werin lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwanan û Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê konferanseke bi dirûşma "Bi şerê gelê şoreşgerî em serkeftina cenga azadiyê misoger bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin" li hola Yekitiya Werzîşê ya bajarê Qamişlo li dar dixin, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoceya çalakiyên Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û pêngava cîhanê ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, endamên însiyatîfê serdanê şêniyên Girkê Legê yên ku di salên 90'yan de Rêber Abdullah Ocalan dîtine dike, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Zanîngeha Kobanê di rojên 19 û 20'ê vê mehê de Kongreya 1'emîn a Perwerdeyê ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve bi dirûşma "Guhartinên perwerdehiyê di serdema afirîneriyê de; nêrîn û pratîk" li zanîngehê tê lidarxistin, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha 8'emîn a Ş. Herekol a Pirtûkan di roja 5'emîn de ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya kantona Cizîrê ve li hola Zana didome, saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Foruma diyaloga Sûriyeyî ya jinan a ku ji aliyê Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ve li hola Cizîrê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatiye lidarxistin, didome, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)