Bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku dengê xwe bidin parêzvanên xwe

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li şêniyên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin partiyên ku dikarin wan û xaka wan ji dagirkeriya Tirk biparêzin.

Bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku dengê xwe bidin parêzvanên xwe
19 cotmeh, 2024   04:10
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê sibe (20 'ê Cotmehê) hilbijartinên parlamentoyê dest pê dikin. Ji roja sêşemê (15'ê Cotmehê) jî bêdengiya hilbijartinî dest pê kir. Duh (18'ê Cotmehê) hilbijartinên taybet ên hêzên ewlekariyê û girtiyan bi rê ve çûn.

Hejamra namzetên ku beşdarî hilbijartinan bûne bi giştî hezar û 191 e. Ji wan 823 mêr û 368 jin in. Di encamê de 100 kursî ji bo parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dê werin bidestxistin.

Hemwextî van hilbijartinan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) deriyê herêmê li ber artêşa Tirk a dagirker vekiriye da ku wê dagir bike. Her wiha PDK ku ji gelek salan ve li herêmê dest daniya ser hukmê, siyasetên ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker dide meşandin û di encamê de zehmetiyên gelê Kurd zêde dike, nexasim ku PDK ji bo dewlemendkirina xwe û hin dewlemendkirina hin malbatan, gel belengaz dike.

Girêdayî wê, şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li şêniyên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin partiyên ku dikarin wan û xaka wan ji dagirkeriyê biparêzin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Necah Hewaz diyar kir ku hêviya wan ew e ku hilbijartin bê dek û dolab bi rê ve biçin û aliyê ku ji Kurdistanê, xak û gelê wê re xêrê dixwaze bi ser bikeve û got: "Dewleta Tirk a dagirker beşên ji herêmê dagir kirine û tê de baregehên xwe ava kirine, ji ber wê jî pêwist e Kurd bi hev re li hemberî dijminan bibin yek."

Der barê serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tirkiyeyê de, Necah Hewas diyar kir ku ev serdan ji bo bidestxistina piştgiriyê ji bo propagandaya hilbijartinan a PDK'ê ye.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê Ferhan Dawûd diyar kir ku hilbijartin derfeteke mezin e û got: "Her kes dîroka malbata Barzanî ya piştgiriya ji dewleta Tirk a dagirker re û valakirina zêdetirî 400 gundî, dizane."

Dawûd destnîşan kir ku malbata Barzanî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê neparast û wiha domand: "Eger ev malbat bixwaze rêya xwe biguherîne, pêwist e pêşî helwesteke dijber li hemberî dewleta Tirk a dagirker nîşan bide."

Dawûd diyar kir ku ev hilbijartin ji şêniyên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê re derfeteke mezin in da ku parêzvanên xwe hilbijêrin û got: "Ez bang li wan dikim ku dengê xwe bidin Yekitî Niştîmanî Kurdistan (YNK). Ev hilbijartin îradeya gel a azadî, demokrasî û yekkirina Kurdan li her 4 parçeyan diyar dikin."

(mh)

ANHA