Sîxûrekî MÎT û PDK’ê li xwe mikur hat ku destê wî di qetilkirina Mam Zekî de hebû

Kenala Çira TV dîmeneke sîxurekî MIT û PDK'ê ku destê wî di qetilkirina Mam Zekî Şengalî de hebû, weşand.

Sîxûrekî MÎT û PDK’ê li xwe mikur hat ku destê wî di qetilkirina Mam Zekî de hebû
18 cotmeh, 2024   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di bernameyek de sîxurekî MÎT û Parastina PDK’ê li xwe mikur hat ku destê wî di şehîdxistina Mam Zekî Şengalî de heye.

Çira TV di bernameyeke xwe de ya bi navê ‘Dijminê Kokê’ destên sîxurên navxweyî yên di kuştina Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Îsmaîl Ozden (Mam Zekî Şengalî) raxist pêş çavan.

Di bernameyê de qala tora sîxuriyê ya MÎT û Parastinê ya li Şengalê hate kirin ku bi pereyan gelek kesên li Şengalê xistin nava tora xwe.

Hate ragihandin ku yek ji wan sîxuran jî Şefîq Cuno bû, ku di bernameya televîzyonê de li kiryarên xwe mikur hat.

Li gorî vê mikurhatinê, Zekî Şengalî ku li Şengalê weke Mam Zekî jî dihate naskirin, dema ji bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vegeriya, sîxur Şefîq Cuno wêne û agahiyên li ser wesayita Mam Zekî Şengalî tê de bû ji îstîxbarata PDK’ê re dişîne.

Piştre jî di cih de, di 15’ê Tebaxa 2018’an de bi êrişa hewayî ya balafirên dewleta Tirk a dagirker Mam Zekî Şengalî tê şehîdkirin.

(mh)

ANHA