ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2026
19 adar, 2026   02:00

Dilvîn Ebdulezîz Osman di 2015`an de şeva Newrozê di êrişa çeteyên DAIŞ`ê birîndar bûbû. Dilvîn ji wê demê ve her sal agirê Newrozê gur dike û tev li şahiyên Newrozê dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Dayikên dîlgirtiyan got mafê wan heye ku aqûbeta zarokên xwe bizanin û yên di girtîgehên hikumeta demkî de divê serbest werin berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi rêbazên derqanûnî bi sedan karmend ji kar derxistine û li şûna wan kesên girêdayî xwe bi cih kirine.

Koçberên Efrînê li hemberî dagirkeriyê serê xwe netewandin. 8 sal e di şert û mercên koçberiyê de li ber xwe didin û dixwazin birûmet vegerin ser xaka xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêx û oldarên Hesekê bang li gelê Kurd kir ku bi hejmareke mezin tev li pîrozbahiyên Newrozê bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya lidarxistina pîrozbahiyên cejna Newrozê de PYDˊê li bajarê Çilaxa agirê Newrozê li pêş nivîsgeha xwe vêdixe, 09.00ˊan û li taxên Qidûrbeg û Kornîş ên Qamişloyê jî agirê Newrozê tê dadan, 20.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN